“Nalîna wan, mirov dike dilopek av”

K24 – Navenda Nûçeyan

“Min dît ajalek zarokekî dixwe” ev tenê dîmenek e ji dîmenên şer ku hejmarek ji Sûriyan gihandin navenda çareseriya derûnî.

Hejmarek mezin ji kesan cilûbergên şîn lixwe kirine û li nava navneda çareseriya derûnî de diçin û tên. Ew navend li bajarê Ezazê yê li bakurê Sûriyê ye û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de.

Li gor raporteke “24matins,fr” ji piştî krîza li Sûriyê, nexweşiya derûnî yên bêçare belav bûye, ku rojane ew nexweş ji ber êşên û azarên ku di ji encama şer de dîtine dinalin.

Di qata yekem yaw ê navendê dengên cuda cuda tên bihîstin, nexweşek bi dengekî bilind bi nexweşekî din re diaxive. Nexweşekî din di devê wî de diranek jî tune ye distire û kesekî din jî bê ti sedemek hebe dikene.

Qata duyem ya wê navendê ku taybet e bi jinan, bi kenên bilind pêşwaziya mêvanên wê navendê dikin, hin jî li ser textên xwe bêdeng û liv dirêjkirî ne.

Di nava wê navendê de keçeke 17 salî heye, dema bijîjkê navendê Zirar Al Subih dibîne nîgeranî li rûyê wê diyar dibe. Dr. Zirar derbarê wê keçê de dibêje, “Wê keçê bi çavên xwe dît ku hin ajal zarokekî dixwin” Dr. Zirar got jî, ji piştî dîtina wê dîmenê, ew keç nema dikare deng bike. Herwiha nikare nan bixwe yan xew bike.

Di odeyeke din de nexweşekî ji Reqayê heye, ku hevjîna xwe û ligel 6 zarokên di bin mala xwe ya rûxandî dît. Li gor Dr. Zirar dibêje, ew nexweş kêm xew dike û hercar dîmenên malbata xwe di xewnê de dibîne.

Li gor bijîjkên wê navendê diyar dikin, ku sedema zêdebûna hejmare nexweşên derûnî di zêdebûnê de ne, ku sedemên nexweşiyên wan girêdayî dîmenên şer û paşmayên şer in.

Ji aliyê xwe ve perester Mihemed Munzir dibêje ku, piraniya nexweşan ji kesên di xwepêşandanên 2011an de dihantin girtin in, ku rastî eşkence û azarên tund dibûn.

Mihemed Munzir da zanîn ku, niha nêzîkî 140 nexweşî li wê navendê ye. Herwiha car caran jî hin nexweşên din bo wergirtina derman û çareseriyê tên wê navendê û diçin.   

Rêveberê navendê Mihyedîn Osman dibêje, berê ev navend li taxa Mesakin Henano ya Helebê bû, lê ew navend hate topbarankirin û peresterek hî birîndar bû, loma hejmare mezin ji karmendan ji wê navendê çûn. Piştre bi alîkariya rêxistinên ne fermî yên Tirkî ew navend veguhastin bajarê Ezazê.