K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Perlemana Kurdistyanê, bi amadebûna endamên civata komisyaran dicive û mijara hilbijartinên Kurdistanê û çend pirojeyasayan gotûbêj dike.
Desteya Serokatiya Perlemana Kurdistanê, vexwendinek ji bo perlementeran şand û karnameya civînê eşkere kir, li gorî wê karnameyê, wê perleman pirojeyasaya girêdayî xanî û avahiyan û pirojeyasaya bibazarkirina berhemên cotkaran gotûbêj bike.
Her bi amadebûna endamên civata komisyaran, wê pirsa amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî were gotûbêjkirin, ku biryar e sîhê Êlûna dahatî bên kirin.
Li gorî karnameyê, wê Perlemana Kurdistanê pirojeyasaya rastkirina yasaya bikirêdana xaniyan û pirojebiryara tapokirina wan zeviyên ku zêdegavî li ser wan bûne, gotûbêj bike.
N.O
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar