Kurdistan Wezîra Bergîriya Holanda digihe Hewlêrê

Wezîra Bergîriya Holanda digihe Hewlêrê
Wezîra Bergîriya Holanda Jeanine Hennis-Plasschaert

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îşev her yek ji Wezîra Bergîrî û Wezîra Bazirganiya Derve û Hevkariya Geşepêdanê serdana Herêma Kurdistanê bikin û li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên pilebilind yên Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve werin pêşwazîkirin.

Wezîra Bergîriya Holanda Jeanine Hennis-Plasschaert û Wezîra Bazirganiya Derve û Hevkariya Geşepêdanê ya Holanda Lilianne Ploumen ji Bexdayê digihin Hewlêrê.

Wezîra Bazirganiya Derve û Hevkariya Geşepêdanê ya Holanda Lilianne Ploumen

Biryar e li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve werin pêşwazîkirin.

Li gor karnameya serdanê, şanda hikûmeta Holanda bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicivin û pirsên şerê terorê û rûbirûbûya DAIŞê û pêşkêşkirina hevkariyên Holanda bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne guftûgo bikin.