“Fûad Husên rikberê bihêz ê posta Serokomar e”

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di raportekê de belav kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên bo wergirtina posta Serokomarê Iraqê berbijar kiriye û dibe rikberê bihêz ê berbijarê YNKê Berhem Salih.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di raportekê de belav kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên bo wergirtina posta Serokomarê Iraqê berbijar kiriye û dibe rikberê bihêz ê berbijarê YNKê Berhem Salih.

Fûad Husên ji sala 2005an ve Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bû, sala 1949an li Xaneqînê jidayik bûye û xwediyê bawernameya diktora ye. Ji bilî Kurdî û Erebî, zimanê Îngilîzî û Fransî baş dizane û tevî ne endamê PDKê, lê PDKê ew kiriye berbijarê postê Serokomariya Iraqê.

Wê rojnameyê nivîsiye, “Şîrovekarên siyasî pêşbînî dikin, Fûad Husên rikberê bihêz ê berbijarên YNKê Berhem Salih be û gelek deng bidest bixe.”

Di raporta “aawsat” de amaji bi wê hatiye kirin, “Biryar bû hilbijartina Serokomarê roja 25ê Îlonê li Parlemantoya Iraqê biba, lê Serokî Parlemantoyê Mihemed Helbûsî piştî ku serdana Hewlêrê kir û bi Serokê PDKê û cîgirê wî û hejmarek ji berpirsên PDKê re civiya û vegeriya Bexdayê û piştî serdana Nêçîrban Barzanî bo Bexdayê, hilbijartina Serokomarê Iraqê ji karnameya civîna parlemantoya Iraqê hat derxistin.”

Herçend e hîna PDKê bi fermî berbijarkirina Fûad Husên bo postê Serokomarê Iraqê ranegihandiye, lê Polîtburoya PDKê di dawî daxuyaniya xwe de da zanîn, ku dê berbijarê wê bo wê postê hebe.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatibû, “Biryar wiha bû ku di nava xwe de guftûgoyeke zêdetir li ser vê babetê bikin û piştre bersiva me bibin, lê mixabin me di daxuyaniyekê de bihîst ku we takalî û bê şêwira bi partiya me û aliyên din ên Kurdistanê re û bê guhdana ji daxwaza me re, we kak Berhem Salih vegerand nava YNKê û we kir berbijarê postê Serokomar. Ji ber wê cihê sersamiya me ye ku dibihîsin YNKê çûna şanda me bo Bexdayê bi helwesteke takalî dizanin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatibû: “Di rastiyê de pêdagiriya YNKê li ser wergirtina vê postê, ti bihaneyeke wê ya bingehîn nîn e, heger behsa rêkeftina sala 2005an a di navbera Serok Barzanî û Mam Celalê rihmetî dikin, niha ne Serok Barzanî Serokê Herêmê ye û ne ew post ji Mam Celal re ye û tevahiya mercan hatine guhartin, ji bilî wê, gelek ji birgeyên wê rêkeftina çarxalî û rêkeftina stratejîk a 2007an jî, ji aliyê YNKê ve demek e hatine piştguhkirin. Jixwe heger destkeftên hilbijartinan pîvan bin, tê zanîn ku PDK wek hêza yekem e û hêjayî ye postên bilind werbigire.”

Polîtburoya PDKê dibêje, “Ku em daxwaz dikin PDK posta Serokomar werbigire, şerê me ne ji bo pile û paye ye û dîrok bîner e ku em ti carî xwazyarê pile û postan nebûne. Lê mebesta me ew e, bi piştevaniya hemû aliyan wiha bikin, niha û pê ve ew post û rol karîgeriyeke wê ya baştir hebe û berevanîkar ji berjewendiyên Kurdistan û miletê me re be, ne ku bêkarîger û bêmifa be.”

 

S. B