Berhem Salih navê lîsta xwe li komisyona hilbijartinê tomar kir

Peyamêrê K24ê li Nivîsgeha Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih lîstek taybet amade kiriye û îro ligel endamê berê yê parlemantoya Kurdistanê Kerîm Behrî û navê wê lîstê li komisyonê tomar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih ku demek e li ser astê pirs û bûyerên siyasî yên Herêma Kurdistanê bêdeng e, tê gotin ku bi lîsteke cuda ji YNKê beşdarî hilbijartinên bê dibe, lê îro bi fermî navê lîsta xwe li komisyonê tomar kiriye.

Berhem Salih yek ji serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û pirsgirêkên wî ligel baskê piraniyê yê wê partiyê heye û yek ji serkirdeyên damezrêner ê Navenda Biryarê bû.

Berhem Salih di kabîneya şeşemî de, Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bû.