Almanya projeyên xwe yên berevaniyê ya digel Tirkiyê dide sekinandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Almanî Bîld di nûçeyekê xwe de ragihand ko Almanya projeyên berevaniyê ya digel Tirkiyeyê daye sekinandin. Lêbelê heta niha derbarê vê mijarê de ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve ti daxûyaniyên fermî nehatine belav kirin.

Li Tirkiyeyê piştî girtina çalakvanekî mafê mirovan ko welatiyê Almanyayê bû qrîza di navbera Almanya û Tirkiyeyê de dijwartir kir. Piştî vê bûyerê Wezîrê Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel diyar kir ko dê Tirkiye baca siyaseta xwe bide û pêwendiyên wan bi vî awayî berdewam nake.