Dîplomatkarê Amerîkî: Firokeyên alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin

Balyozê Amerîka yê berê yê li Enqerê James Franklin Jeffery dibêje, firokeyên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîka yê berê yê li Enqerê James Franklin Jeffery dibêje, firokeyên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin.

James Jeffery li Amerîka di panelekê derbarê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de axivî û got, bi hinceta alîkariya YPGyê tê kirin Tirkiye her roj nerazîbûn li dijî Amerîkayê nîşan dide. Lê di şerê li dijî DAÎŞê de firokeyên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ti carî rêgirî li firokeyan nake.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan demek e gefa destpêkirina operasyona li dijî Efrîn dixwe û dibêje, Artêşa Tirkiyeyê amadehiyên temam kirine û dê di demeke kurt de dest bi operasyonê bike.