Birêt Makgurk: Armanca Tirkiyê ne ewlekariya sinûre, lê Erdogan dixweze sinûrên xwe berfireh bike

Govara Almanî Dêr Şibigl, amara salekê ji kiryarên leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li bajarê Efrinê belav kirîye.

K24- Hewlêr

Govara  Almanî Dêr Şibigl, amara salekê ji kiryarên leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li bajarê Efrinê belav kirîye.

Der Spîgel bal dikêşe ser daxûyaniyên nûnerê taybet yê Hevpeymaniya Navdewletî Birêt Makgurk û dibêje: Armanca Tirkiyê ne ewlekariya sinûrê wê ye, Erdogan dixweze sinûrên xwe berfireh bike.

Li gorî govarê, çendîn şandên navdewletî yên serbixe xwestine biçin serdana Efrinê bikin, lê Tirkiye destûrê nade wan. 

Dêr şibêgil nivîsandîye: Tirkiye xwîndin bi zimanê kurdî rakirîye, navên cade û kolanan kirîne Tirki. Gorrên Ezdiyan hemû tarûmar kirîne û zordariyek mezin li ser jinê heye.

Tevgêra Kurd jî, bi çalakiyên xwe dest ji Efrinê bernadin.