Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li bajarê Hesekê bombeyek hate teqandin û di encamê de 4 endamên hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn.
Diyar kir jî, Îro di danê nîvro de li nêzîkê Rêveberiya Tendirustiyê ya li taxa El-Mesakin li bajarê Hesekê bombeyeke dengî teqiya.
Li gorî hin dîdevanan, dewriyeke hêzên ewlehiya bajêr dema xwestin ciwanekî ji malbata El-Hefyan bigrin, bombe ji aliyê wî ciwanî ve hate teqandin û di encamê de 4 kes ji hêzên navhatî birîndar bûn.
Amaje bi wê jî kir, Niha jî ew hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê yên birîndar li nexweşxaneya El-Hikmê ya Hesekê têne dermankirin.
S. B