McGurk: Em piştevaniya rola Kurdan li Bexdayê dikin

Brett McGurk piştevaniya xwe ji bo rola Kurdistanê li Bexdayê û beşdariya wê ya bihêz di piroseya siyasî û rêvebirina Iraqê de, da xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî malpera Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, (Brett McGurk) li Hewlêrê civînek lidar xist.

Di civînê de, her yek ji balyozê Amerîka li Iraqê (Douglas Silliman) û kunsulê wî welatê li Hewlêrê (Stive Fagin) û şanda li gel wan amade bûn û behsa hilbijartina Serok û cîgirên serokê Perlemana Iraqê û diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Îraqî û diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hilbijartinên Kurdistanê hatin kirin.

Herwiha di civîbê de, Brett McGurk piştevaniya xwe ji bo rola Kurdistanê li Bexdayê û beşdariya wê ya bihêz di piroseya siyasî û rêvebirina Iraqê de, da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bal kişand ser bizavên berdewam ên partiyên Kurdistanî, daku bi awayekî bihêz beşdariyê di pirosesa siyasî a Iraqê de bikin û hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin.

Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re got: Diyaloga di navbera partiyên Kurdistanê de, bi taybet di navbera PDK û YNK de, ji bo hevdengî li ser pirosesa siyasî li Bexdayê berdewam e.

Serwokwezîr derbarê hilbihartinên Perlemana Kurdistanê jî got: Kempînên piroseya hilbijartinan bi awayekê aram û baş birêve diçin.

N.O