HDP: Hêviya me ji vê desthilatê nema ye

Hevserokê HDPê gotinên Serokomarê Tirkiyê derbarî retkirina pêvajoya çareseriyê de rexne dike û dibêje, tu daxwaza wan ji desthilatê neman e, take rê heye ew jî dawînanîna desthilatê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê gotinên Serokomarê Tirkiyê derbarî retkirina pêvajoya çareseriyê de rexne dike û dibêje, tu daxwaza wan ji desthilatê neman e, take rê heye ew jî dawînanîna desthilatê ye.

Hevserokê HDPê Sezaî  Temelî di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de li navçeya Erdîş a Wanê axivî û rexne li gotinên Serokomar Erdogan kir ku dibêje, êdî pêvajoya çareserî nemaye. Temelî bang li hêzên  demokrasîxwaz kir ku, hember gef û êrişên desthilatê mil bidin hev.

Temelî got, tu daxwaza wan ji desthilatê nîn e, heme tenê bila astengiyan dirust nekin û da xuyakirin, bi têkoşîna jin, ciwan û kedkaran dê aştî û demokrasî were welat.

Temelî da xuyakirin, desthilat, gef li siyasetmedar, rojnamevan, medyakar û hemû aliyan dixwe û got, niha ji 6 hezaran zêdetir endam û rêveberên HDPê di zîndanê de ne, lê tu carê hember sistema desthilatê xwe naçemînin.

 

 

C.B