Zarif bala Ewrûpa kişand

Herweha gef li welatên Ewrûpa xwar: “Ger Ewrûpa wekî niha berdewam bike û bêdengiyê biparêze, Îran dê helwêstê nîşan bide û Ewrûpa bila xwe amadeyî dijberiya Îranê bike!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zarif di hevdîtina xwe ligel medya Almanî de, bang li welatên Ewrûpa kir: “Li dijî siyaseta Amerika rawestin û hemberî siyaseta Amerika helwêstê werbigrin”.

Herweha gef li welatên Ewrûpa xwar: “Ger Ewrûpa wekî niha berdewam bike û bêdengiyê biparêze, Îran dê helwêstê nîşan bide û Ewrûpa bila xwe amadeyî dijberiya Îranê bike!”

Zarif bi taybetî helwêsta girêdayî petrol û banqeyan anî ziman.

Liser hevdîtinên Îranê yekser ligel Amerika jî diyarkir ku, niha zemonek hevdîtinê nîn e.



C.B