Partiya Pêşverû daxwaza rêkeftinek Kurdî ligel rejîma Suriye dike

Partiya Pêşveru radighîne, tenê rêkeftina Hêzên Kurdî û Artêşa Sûriyê dikare Cizîr û Kobanê biparêze

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Pêşveru radighîne, tenê rêkeftina Hêzên Kurdî û Artêşa Sûriyê dikare Cizîr û Kobanê biparêze.

Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Hacî Derwêş di hevpeyvînek ligel rojnameya Weten a nêzîkî hikumeta Sûriyê de, daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD kir ku, dest ji çekan berde û wekî partiyên din yên siyasî kar bike. Diyar jî kir, tenê rêkeftina Hêzên Kurdî û Artêşa Erebî ya Sûriyê dikare deverên Cizîr û Kobanê ji êrîşa Tirkiyê biparêz. Got ku, Amerîka tu garantî û sozek nedaye HSD, û ne dûr e careke din Amerîka wan piştguh bixe, wekî çawa di sala 1975an de Kurdên Iraqê piştguh xist.

Sekreterê Partiya Pêşverû herweha anî ziman, Tirkiye gefa êrîşê li ser deverên din ên Rojavayê Kurdistanê dixwe, û metirsî heye ku, Efrîn weku lwaa Iskenderun lê were.

Hemîd Hacî Derwêş, herweha di wê hevpeyvîna xwe de, daxwaz ji Serokê Sûriyê Beşar Esed kir ku, lêborîna giştî rabighîne û kongreyek niştîmanî lidar bixe. Tenê bi wî kongreyî, dikare destwerdanên derekî kêm bike, û çareyan ji bo krîza Sûriyê re bibîne.

 

 

C.B