"Beyî çareseriya kêşeya Kurdî ti kêşe çareser nabin"

Di civîna Encûmena Giştî ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ji nîqaşên hilbijartinên pêşwex, heta rewa dîtîna zewaca zarokên 9 û 12 salî, kêşeya Kurdî û raperînên li rojhilatê Kurdistan û îranê gelek mijar hatin rojevê. Berdevkên HDKê di civînê helwesta hikÛmetê ya di vam mijaran de bi tûndî rexne kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/064e8d7b-74db-4310-a584-e528a84a814d/010718ZNR.ism/manifest

K24 – Stenbol  

Di civîna Encûmena Giştî ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ji nîqaşên hilbijartinên pêşwex, heta rewa dîtîna zewaca zarokên 9 û 12 salî, kêşeya Kurdî û raperînên li rojhilatê Kurdistan û îranê gelek mijar hatin rojevê. Berdevkên HDKê di civînê helwesta hikûmetê ya di van mijaran de bi tundî rexne kirin. 

Kongreya Demokratîk ya Gelan HDKê Civîna 1. ya Encûmena xwe li Stnebolê lidar xist. Di civîna Encûmena Giştî ya HDKê de Hevberdevkên wê Gulistan Koçyigit û Onur Hamzaoglu li ser prosesa siyasî ya Tirkiyê, biryarnameyan, Rewşa Awarte, hilbijartinên pêşwext, tifaqa di nava AK Partî û MHPê de, rewa dîtina zewaca zarokên 9 û 12 salî ku bi destê Diyanetê û piştevaniya hikûmetê hatiye karîgerkirin, çareseriya kêşeya Kurdî û sizayên li ser parlamenterên HDPê axivîn û helwesta Tikiyê ya di van mijaran de rexne kirin.

Hevperdevka HDKê Gulîstan Koçyîgît got; Ji bo ku desthilat ji desthilatê nekeve mafê tûndiyê bi awayekî yaseyî bi biryarnameyên 695-96an daye hêzên paramîlîter. Ew hêz jî armanc dikin ku li Tirkiyê şerekî navxweyî rû bide. Hikûmetê jî li hemberî van îdiayan diyar kiribû ku ew biryarname ji bo aramî û asayîşa civakê hatine derxistin.

Gulistan Koçyîgît wiha axivî: “AKP û MHP ya ku dizanin wê di hilbijartineke demokratîk de bi ser nekevin,  li ser maseyê plansaziyên serkeftinê dikin bi nîqaşên hilbijartinên pêşwext. Ji bo vê yekê jî sizayên herî giran didin parlamenterên HDPê. Tê xwestin ku di hilbijartineke pêşwext de, bi rêya van sizayan mafê siyasetê bê qedexekirin li HDPê da ku HDP nikaribe bikeve hilbijartinan.”

Herwiha Hevberdevkên HDKê diyar kirin, desthilatê di van demên dawin de ol ji xwe re kiriye amûr û bi rêya Dîyanetê zewaca zarokên 9 û 12 salî rewa kireye. Ew vê zihniyeta riziyayî û paşverû şermezar dikin û amanca guherîn û veguherîna civakê ya li gorî nêzîktêdayîna mola jî, xeternak dibînin, li welatekî wek Tirkiyê ku sekûler e. Hevberdevkê HDKê Onur Hamzaoglu ragihand divê li hemberî van kiryarên desthilatê eniya demokrasiyê bê damezrandin.

Hevberdevkê HDKê Onur Hamzaoglu got: “Deshilatê şikestinek xwar lê bi bernameya konsolîdasyonê gelek şaredarên xwe tasfiye kirin û radeya tundiyê jî bilindtir kirin li dij muxalefetê. Bi biryarnameyan jî mejiyê civakê têk bir. Divê li dijî desthilatê eniyeke demokrasiyê bê damezrandin bi rêya hevpeymaneke civakî.”

Bi boçûna Hevberdevkên HDKê sedema hemû arîşeyên li Tirkiyê neçareseriya kêşeya Kurdî ye. Ji bo ku ev kêşe di qadeke demokratîk de bê şareserkirin jî, divê pêşiya Ocalan bê vekirin. Herwiha di civînê de raperîna li Îran û Rojhiltê Kurdistanê, têkoşîna Kurdan ya mafên demokratîk û gelên Îranê jî rewa hate dîtin û helwesta Tirkiyê ya ku di vê derbarê de li pişta Îranê radiweste jî bi tûndî hate rexekirin.