Harîkarîya Kiç û jinên rizgarbûyî ji destên Daişê dihê kirin
K24- Hewlêr
Evro 18/4/2019, wezaret a hindûrî ya hikumet aHerêm a Kurdistanê û wezret a koç û koçberên Îraqê li Hewlêrê harîkarî belavkirin bi ser kiç û jinên Êzdî yên rizgarbûyî ji destên Daişê.
Samî Celal, rêveberê giştî yê wezaret a Hindûrî Herêm a Kurdistanê bi Kurdistan 24 re ragehand: Wezret a Hindûrî ya Hikumet a Herêm a Kurdistanê bi harîkarîya wezret a Koç û Koçber ên Îraqê şîyan hinek harîkarîyê bigehînin kiç û jin ên Êzdî yên rizgrbûyî ji dest ên Daişê.
Got jî: Komîteyek a bilind li wezaret a hindûrî hatîye pêkanîn û navên 3500 kesan Me daye Bexdayê. Bexda jî li ser nav ên 899 razî bûye û nav ên din jî hûrbînîyê li ser dikin.
Hûsên Qayîdîm berpirsê Nivîsîngeh a Êzdî yên Revandî bi Kurdistan24re ragehand: Bi harîkarîya wezaret a Hindûrî ya Hikumet a Herêm a Kurdistanê û wezaret a Koç û koçber ên Îraqê, Me pirojeyek heye daku harîkarîya kiç û jinên rizgarkirî ji destên Daişê bikin. Di qonax a yekê de harîkarîya hijmarek ji wan dihê kirin, ku bo her rizgarbûyekê 2 milyon Dînar dihên xerckirin li gor rêkkevtin a me ew harîkarî di ayînde de dê berdewam bibe. Hewl jî dihê dan ku ev harîkarî hemû rizgarbû yên dest ên Daişê vegire.