Parêzer: Divê Tirkiye biryara Dadgeha Ewropa bicih bike

Karvedanên li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ya derbarê azadkirina Demirtaş de berdewam dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Karvedanên li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ya derbarê azadkirina Demirtaş de berdewam dikin. Li gorî parêzeran, daxuyaniya Erdogan ya li ser biryara dadgehê sûc e û eger Tirkiye vê biryarê cîbicî neke mimkûn e ji nava Konseya Ewropayê bê derxistin. Herwiha dibe ku Ewropa kiryarên hiqûqî û siyasî jî bide destpêkirin li dijî Tirkiyê.

Di derbarê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demirtaşê ku ev 2 sal in girtiye û heta niha jî sizayek hûkmî jê re nehatiye dayîn, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biryara azadkirina wî da. Li gorî biryara dadhegê Demirtaş bi sedema siyasî hatiye girtin û divê derhal jî bê berdan. Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê radigire wan girê nade û ew ê hewla xwe ya dijber pêk bînin û vê meselê jî bi dawî bînin. Li gorî parêzeran jî dema Tirkiye vê biryara dadgehê cîbicî neke eger e endamtiya wê ya Konseya Ewropayê bê cemidandin.

Parêzer û Aktîvîsta Mafê Mirovan Eren Keskîn ji K24ê re got: "Li ser Tirkiyê ferz e ku biryarê cîbicî bike û Dermirtaş azad bike. Dema neke eger e ji nava Konseya Ewropayê bê derxistin. Erdogan derdikeve dibêje, ev biryar me girê nade. Bi vê daxuyaniyê re Tirkiye îmzeya xwe red dike. Ev jî tê wê wateyê ku hiqûq girêdayî siyasetê ye. Di şertên asayî de divê Demirtaş bê azadkirin, lê ji ber ku Tirkiye ne welatekî bi hiqûq e min ne bawere gaveke êrênî bê avêtin. Heta bi ser de, piştî gefa Erdogan, eger e di doza îsnafê ya Demirtaş de jê re sizayê 5 salan jî bê dayîn. Di vê rewşê de prosesa endamtiya Tirkiyê ya bo YE jî wê nemeşe û rawest e."

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di biryara xwe de, yekem car e ku Tirkiyê bi binpêkirina xala 18emîn sucdar dike ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê. Ev xal sînorkirina maf û azadyan dihewîne. Herwiha di biryarê de hatiye gotin; girtina Demirtaş hem di serdema referandûm û hilbijartina serokkomariyê de mafê axaftina siyasî û pirdengiyê jî bi sînor dike û ev yek ne tenê ji bo Demirtaş di heman demê de ji bo pergala demokratîk jî gefeke. Li gorî Parêzer Ercan Kanar jî Erdogan suc kiriye û mînaka Azerbeycanê dide ku hatiye ber qonaxa derxistina ji nava Konseya Ewropayê.

Parêzerê Selahattîn Demirtaş yê dozên li Stenbolê Ercan kanar dibêje: "Li gorî yaseya 46an ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê biryarên dadgehê hemû welatên ku alî ne girê dide. Tirkiye jî bi xala 90an ya Destûra Bingehîn de biryarên vê peymana navneteweyî di ser hiqûqa xwe ya nevxweyî re qebûl dike. Li gorî xala 138an ya Tawana Giran Erdogan sûc kiriye. Dozger çawa li Amerîkayê li dijî Trump dozan vedikin, li Tirkiyê dozger divê li dijî Erdogan dozê vekin, ji ber vê axaftina wî. Ji ber ku rast e rast xwe dixe şûna hikmê yasa û dadgehan. Ger Tirkiye Demirtaş azad neke eger ji konseyê derxin û Asambleya Ewropayê jî dest bi kiryarên hiqûqî û siyasî bike li dij Tirkiyê. Berî niha Azerbeycan bi mînakeke wiha re rûbirû ma û hate ber qonaxa derxistina ji nava konseyê.

Li gorî xala 90emîn ya Destûra Bingehîn ya Tirkiyê, peymanên navneteweyî ên ku hatine karigerkirin di şûna qanûnan de ne. Di warê hikûmdayînê de dema cudatî jî peyda bibin di nava qanûn û peymanên navnetweyî de, di derbarê mafên bingehîn û azadiyan de ku li gorî ûsûlê hatine dirûstkirin, di rûdana lihevnekirinekê de jî hikmên peymana navnetweyî wek esas tên wergirtin. Li gorî raveya hikmên vê yaseyê jî, divê Tirkiye biryara DMME bi cih bîne û Selahattîn Demirtaş azad bike.