Lavrov jî, bi rojhilatê Firatê îşaret da!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnemevanî de ragihand, gef a tekane ji serweriya Sûriyê re, jêdera wê rojhilatê çemê Firatê ye, ya ku niha di bin destê HSD û Amerîka de ye.
Herweha Lavrov got, divê Bereya elNusra, ku niha bi Desteya Tehrîr elŞam tê naskirin, heta nîvê meha Cotmehê navçeya bê çek li Sûriyê bicih bihêle û jê derkeve. Lavrov da zanîn ku, Rûsya û Tirkiye liser sînorê wê devera bêçek lihev kirin e. Bi serê xwe, avakirina devera bê çek li bajarê Idlibê ne çareseriya dawiye ye, gavek qonaxî ye û pêwîstiya wê, ji bo çareseriya Sûriyê heye.
C.B