Çîn: Avakirina Sûryê ne di destê welatekî yan du welatan de ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê taybet ê Çînê ji bo Sûrya (Shiya Shiyaw Yan) ragihand, ku jinûavakirina Sûryê bi piroseya siyasî ve girêdayî ye.
Shiya Shiyaw Yan diyar kir, ku dubare avakirina Sûryê, tenê piştî rawestandina şer û peydabûna aramiyê, destpê dike.
Bi gotina şanderê Çînê: Piroseya jinûavakirina Sûryê, ne mijara welatekî yan du welatan e, divê civaka navdewletî bi giringî li ser vê mijarê raweste.
Herwiha got: Niha karê sereke bidawîkirina şer û vegerandina aştî û aramiyê ye û piştre em karin behsa jinûavakirinê bikin.
Tekez jî kir, ku ti hêzeke welatê wî li Sûryê tine ye û Çîn tevlî ti şerî li wî welatî nabe.
Berî niha Rûsya dabû xuyakirin, ku nabe jinûavakirina Sûryê bi piroseya siyasî ve bê girêdan û vê yekê nakokî di navbera Mosko û Amerîka de çêkiribû.
N.O