Demîrtaş li ser du dozên din li Enqerê hat dadgehkirin

Tometa doza yekem li dijî Demirtaş ku bêrêzî li wezîrê navxwe kiriye û tometa doza diwem ku sivkatî bi dewlet û HIkûmeta Tirkiyê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, hevserokê zindankirî yê HDPê Selahettin Demirtaş li ser du dozên din derket hemberî dadgehê û axiftina wî hate wergirtin. Doza yekem li ser wê yekê bû, ku tê gotin berî hilbijartinên 2015an, wî bêrêzî li wezîrê navxwe yê Tirkiyê kiriye û ew doz bidawî bû û li ser wê jî bêtawan derketiye.

Di doza diwem de jî, hat tometbarkirin ku sivkatî bi dewletê û Hikûmeta Tirkiyê kiriye û ew doz jî heya 18 meha Nîsanê hat paşxistin.