Endamê Komisyona Hilbijartinê hişyariya sextekariyê didin

Endamê Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê Parêzer Mehmet Hadimî Yakupoglu radigihîne, ev 8 hilbijartin in ew di Komisyona Bilind de kar dike, lê ew nikarin li pêşiya sextekariya dengan bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê Parêzer Mehmet Hadimî Yakupoglu radigihîne, ev 8 hilbijartin in ew di Komisyona Bilind de kar dike, lê ew nikarin li pêşiya sextekariya dengan bigirin.

Nûnerê CHPê yê di Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê de Hadimî Yakupoglu bi daxuyaniyekê da zanîn, di hemû hilbijartinan de, sextekarî hate kirin, lê vê carê jî veguhastina polis, leşker, hêzên ewlekariyê û amadekariyên dizîna dengan tên kirin.

Herwiha got, bi hezaran girtî û welatiyên ne di navnîşanên xwe de ne, nikarin dengan bidin.

Li ser vê yekê HDPê jî, ji bo listeyên sexte û veguhastina 3 hezar dengên sexte li Şirnex û Sêrtê serî li Komisyona Bilind dabû.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê biryar e di 31ê Adarê de birêve biçin, endamên Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê jî, hişyariyê ji bo sextekariyê didin.

 

S. B