Tirkiye tu nûner neşandiye Kongreya Warşow

Tirkiye tu nûnerek xwe bo Kongreya Asayişa Rojhilata Navîn a li Warşowê neşandiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye tu nûnerek xwe bo Kongreya Asayişa Rojhilata Navîn a li Warşowê neşandiye.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, liser zimanê berpirsek bilind ê Wezareta derve ya wî welatî belavkiriye, ku ew beşdariyê di Kongreya Warşow de nakin, ku armanc jê lêdana welatek diyarkirî ye. Heman çavkaniyê eşkere kiriye, ku Tirkiye di tu astekî de beşdar nabe.

Liser daxwaza Amerîkayê, îro li paytexta Polonya Warşowê Kongreya Asayîşa Rojhilata Navîn birêve diçe, ku mijara sereke rêgirtin, liber siyasetên Îranê li Rojhilata Navîn e.

 

 

C.B