Berhem Salih: Dengê min bo serxwebûnê ye

Serokê Lîstê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih ragihand, “Bê dudilî dengê min û hevpeymaniya min ligel dengê piraniya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Lîstê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih ragihand, “Bê dudilî dengê min û hevpeymaniya min ligel dengê piraniya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê ye.”

Derbarê serxwebûna Kurdistanê û helwesta li hember wê proseyê, Berhem Salih daxuyaniyek belav kir, çapek jê gihêşt K24ê.

Berhem Salih di daxuyaniya xwe de got: “Ti gûmenek tune ye, gelê Kurdistanê xwedî mafê avakirina dewleta serbixwe ye. Bê dudilî dengê min û hevpeymaniya min ligel dengê piraniya gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye.”

Berhem Salih di daxuyaniya xwe de dibêje: “Lê desthilata baş û dadperwer û hikûmaraniya baş, amrazên gihêştina bo serxwebûnê ye. Sitemkarî û jidestdana baweriya welatiyan bi hukûmraniyê jêdera gef û metirsiyê ye ji bo serxwebûnê. Bêgûman, belê ya me ji bo serxwebûnê ye û tekeziyê jî li ser hukûmraniya baş û dadperwer û xizmetguzariya welatiyan dikin. Tekeziyê li ser yekxistina hêza Pêşmerge û dezgehên hikûmî û demokratî dikin.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Baweriya me ew e, di vî warî de biryara jîr û pêdaçûyî, diyalog ligel Bexdayê û cîranan û karkirin li ser asta navdewletî pêwîst e, ji bo serxwebûna Kurdistanê bibe sedema xewşguzarî û aştiyê ji gelê Kurdistanê û navçê re.”

Di dawiya daxuyaniya Berhem Salih de hat: “Serxwebûn ne tenê ji bo vî nifşî ye, gencên vî welatî û neviyên dahatû ligel encama biryara me ya îro dijîn, ji ber wê divê bi berpirseyatî gavan bavêjin, diyalog û têgihêştina me ligel gelên cîran pêwîst e ji bo dûrxistina Kurdistana îro û ya pêşerojê ji şer û aloziyan be.”