Welatiyên Efrînî bang li rêxistinên mirovî û yasayî dikin

Welatiyên Efrînê bang li rêxistinên mirovî û yasayî dikin ku hejmarek ji kurên wan zêdetir ji 7 mehan ve ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û daxwaza diyarkirina çarenivîsa dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên Efrînê bang li rêxistinên mirovî û yasayî dikin ku hejmarek ji kurên wan zêdetir ji 7 mehan ve ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û daxwaza diyarkirina çarenivîsa dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyên gundê Coqê, Dargîr û Xelnêrê yên ser bi bajarê Efrînê bang li rêxistinên mirovî û yasayî dikin ku 11 kes ji kurên wan zêdetir ji 7 mehan ve ji aliyê grûpa El Hemzat a ser bi artêşa Tirkiyê ve hatine revandin û daxwaz ji wan rêxistinan dikin bi hawara wan ve bên û çarenivîsa kurên wan diyar bikin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Mihemed Ebdilkerîm Mile Mihemed 43 salî, Ebdilmenan Tahir Minle Mihemed 64 salî, Tahir Ebdilmenan Minle Mihemed 22 salî, Rûken Ebdilmenan Minle Mihemed 27 salî, Kawa Cemal Omer 24 salî û hevjînê Rûkenê ye, Cîhad Dawûd 43 salî, Husên Enîs Emîn 40 salî, Arif Ferîd Şêx Hemo 20 salî, Mihemed Ferîd Şêx Hemo 21 salî, Besam Henan Ehmed 33 salî, Luqman Mihemed 24 salî.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, Luqman Mihemed yê 24 salî jî ji gundê Til Silorê yê navçeya Cindirêsê ye û nêzîkî salek û 2 mehan e hatiye revandin û çarenivîsa wî ne diyar e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve, zêdetir ji salekê ve ye Efrîn dagîr kiriye û ji bilî dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê revandine û li direvînin. Herwiha li hember azadkirina her girtiyekî jî daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve bi armanca koçberkirina Kurdan ji Efrînê, welatiyan direvînin û zulm û zordariyê dikin.

 

S. B