Li Hesekê du keçên Kurd hatin kuştin

Hin kesên nenaskirî bombeyeke destan avêtin mala endamê berê yê asayişa li Hesekê (Ehmed Şêx Mehmûd) û di encamê de, du keçên wî canê xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çalakvanên bajarê Hesekê li ser torên civakî belav kirin, ku berbanga îro, derdora demjimêr 3yê sibehê, hin kesên nenaskirî bombeyeke destan avêtin mala endamê berê yê asayişa li Hesekê (Ehmed Şêx Mehmûd) û di encama teqîna wê bombeyê de, du keçên wî canê xwe jidest dan.

Çalakavanan diyar kirin, ji ber ku herdu keçên wî endamê berê yê asayişan, li hewşa malê raketî bûn, bi giranî birîndar bûn û li nexweşxaneyên Hesekê canê xwe jidest dan.

Herwiha bi gotina jêderên haydar, Dîlan Ehmed Şêx Mehmûd ku, li gel xuşka xwe Dilyar, di wê êrîşê de canê xwe jidest daye, endama Encûmena Ciwanên Sûrya Demokrat bû û xuşka wê Dilyar li zanîngehê xwendevana endazyariya çandiniyê bû.

Êrîş li taxa Ezîziyê li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê hat encamdan, li wê taxê hin malbatên ereb ji êla (Şerabî) li gel Kurdan dijîn û ew êl bi reftarên xwe yên xirab li gel Kurdan tê naskirin.    

N.O