Serxwebûna Kurdistanê di Perlemana Îranê de tê behskirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro wezîrê derve yê Îranê di Perlemana welatê xwe de behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê û bûyerên Sûriyê dike.
Malpera fermî ya Perlemana Îranê belav kiriye, ku îro wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf, beşdarî civîna girtî û neasayî ya Perlemana welatê xwe dibe.
Li gorî zanyariyan biryar e Zerîf, kirîza Sûriyê û pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê û dawîn helwestên beramberî rêketina etomî ji perlemanteran re behs bike.
Ev yek di demekê de ye roja 6ê vê mehê Mihemed Cewad Zerîf, ji bo beşdariyê di merasîma pêşwaziya termê Mam Celal de bike, serdana Herêma Kurdistanê kiribû.