Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundên Basil û Cilberê yên navçeya Şêrawa a Efrîne bi çekên giran topbaran dikin.
Li gor jêderên ji Efrînê îro artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê her du gundên Basilê û Cilbirê yên navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran dikin.
Tê zanîn her îro, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê her du gundên Kelcibrîn û Eyn Deqnayê yên devera Şehba topbaran kirin.
Ji nêzîkî mehekê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gundên Efrîn û devera Şehbayê didin ber topan, ku heta niha gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.