Firokeyên Tirkiyê devera Riwandizê bombebaran dike

Peyamnêrê K24ê li devera Soran ragihand, îro firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê çend gundên ser bi qezaya Riwandizê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li devera Soran ragihand, îro firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê çend gundên ser bi qezaya Riwandizê bombebaran kirin.

Qaymeqamê qezaya Riwandizê Kiwîsta Ehemd ji K24ê re ragihand, niha bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser wê navçeyê berdewam e û gundên Zargelê û Bokirîskan û geliyê Bedran tên bombebarankirin.

Ev di demekê de ye, ji ber operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Biradost, beşek ji welatiyên gundên wê navçeyê mal û milkên xwe bicih hîştine.

Berî çend rojan jî sê biryarê ji devera Amêdiyê ya ser bi Hewlêrê ve di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe jidest dabûn.

Çend sal in gund û deverên Başûrê Kurditanê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê ji aliyê Tirkiyê vet ê bombebarankirin û ji bilî koçberbûna xelkê ji wan deveran, gelek welatî bûne qurbanî.

  

S. B