Hikûmeta Sûryê û Israîlê derbarê deryê Qunêtra lihev kirin

Hikûmeta Sûryê û Israîlê û Netewên Yekgirtî, derbarê dubare vekirina deriyê sînorî yê Qunêtra li Colanê lihev kirin û biryar e roja Duşemê bê vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnera berê ya Amerîka di Netewên Yekgirtî de, Nikki Haley di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hikûmeta Sûryê û Israîlê û Netewên Yekgirtî, derbarê dubare vekirina deriyê sînorî yê Qunêtra li Colanê lihev kirin û biryar e roja Duşemê bê vekirin.

Bi gotina Nikki Haley: Ew yek jî dê bêtir rê bide Hêzên Parastina Aştiyê yên ser bi Netewên Yekgirtî ve, ku karên xwe, ji bo çavdêrî û rêgirtin li ber her şerekî li bilindahiyên Colanê baştir encam bidin.

Navhatî diyar kir, ku ew bihêvî ne, her yek ji Sûrya û Israîl rê bidin hêzên Netewên Yekgirtî ji bo parastina aştiyê û gerentiya selametiya wan hêzan bikin.

Berî niha jî, Wezîrê Berevaniya Israîlê ragihandibû, ku welatê wî amade ye deriyê Colan û Qunêtra veke û got: Niha top di lîstikgeha Sûryê de ye.

N.O