Rewşa Idlibê giraniya xwe dide ser Efrînê

Di gel berdewamiya bicîkirina rêkeftina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de li bajarê Idlibê, metirsiyên hin siyasetmedarên Kurd zêde dibin ku ev rêkeftin derfetên Tirkiyê zêde bike ku destêwerdanê di Sûriyê de bike. Hin rojnamevan jî dibînin ku bandora herî xirab dê li ser bajarê Efrînê be.

 

K24 – Qamişlo

Di gel berdewamiya bicîkirina rêkeftina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de li bajarê Idlibê, metirsiyên hin siyasetmedarên Kurd zêde dibin ku ev rêkeftin derfetên Tirkiyê zêde bike ku destêwerdanê di Sûriyê de bike. Hin rojnamevan jî dibînin ku bandora herî xirab dê li ser bajarê Efrînê be.

Bi destpêka bicîkirina rêkeftina di navbera welatê Rûsiya û Tirkiyê de derbarê bajarê Idlibê de, metirsiyên bandorên vê rêkeftinê li ser rewşa Kurdan û Sûriyê li cem hin siyasetmedarên Kurd derdikeve holê û dibînin ku armancên Tirkiyê di Sûriyê de eşkere dibin ku destwerdanê di xaka wê de bike. Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bal dikşîne ser wê yekê jî ku rêkeftina Sûtçî şêwazekî nû ye ji parçekirina xaka Sûriyê re û ev yek metirsiyên armancên Tirkiyê di Rojavayê Kurdistanê de zêdetir dike.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji K24ê re jî wiha axivî: “Tirkiye dixwaze di bin hinceta ku 3 milyon sivîl li Idlibê hene tevliheviyê çê bike, yan bi gefa vekirina riya koçberan bo Ewropa û yan jî bi grûpên çekdar ên ku Tirkiye ji 7 salan ve xurt dike, dixwaze bi riya wan projeyên xwe yên kevin ên Osmanî pêk bîne.”  

Ji hêleke din ve, hin çavdêr dibînin ku xistina bajarê Idlibê di bin parastineke navdewletî de nîşan e ku dê Sûriyê di pêşerojê de dewleteke nenavendî be û ev yek dê ji berjewendiyên gelê Kurd be, ku statûyeke taybet bi xwe di Rojavayê Kurdistanê de ava bikin, lê bal dikşînin ser wê yekê jî ku bandorên vê yekê dê li ser bajarê Efrînê gelekî hebin ku pirojeyên perçebûnê û guhertina demugrafî di Efrînê de berdewam bike.

Rojnamevan Seyredîn Yûsif dibêje: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêma rojhilatê Ferêt in, bawer nakin ku Tirkiyê dê karibe bê wê deverê. Lê metirsiyeke cidî li ser Efrînê heye, kesên me yên li Efrînê dibêjin ku Tirkiye dixwaze hêzên li Idlibê ne bişînin Efrînê, ev jî gelekî xirab e û cureyek e ji guhartina demografî li ser pêşeroja Efrînê re ye.”

Li gorî xalên rêkeftina Sûtçî di navbera Rûsiya û Tirkiyê de ta bi 15`ê meha bê kişandina çekên giran herwiha têkbirina girûpên bi navê tundrew hatine pesindan dê bicî bibe û di dema hin saziyên mirovî dibînin ku rêkeftina Sûtçî bajarê Idlib ji şerekî giran parastiye, hin siyasetmedar metirsiyên xwe nîşan didin ku ezmûna rêkeftina Idlibê bibe bihaneyek ji destêwerdan û perçekirina xaka Sûriyê re.