HSD: Me 20 xal ji destê DAIŞê derxistin

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de encamên 24 demjimêrên derbasbûyî ji şerê wan li dijî rêxistina DAIŞê li gundewarên Dêrazorê eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de encamên 24 demjimêrên derbasbûyî  ji şerê wan li dijî rêxistina DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê eşkere kir.

HSD di daxuyaniya xwe de ragihand, di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de û liser tevahiya Mihweran hêzên wan karîne 20 xalan ji destê rêxistina DAIŞ derbixin.

HSD amaje bi wê yekê kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di operasyonê de beşdar in û xalên DAIŞê bombebaran kirin.

HSD aşkere, di şer û pevçûnan de 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha aşkere kir jî, 5 şervanên wan jî canê xwe jidest dane û 9 şervan jî birîndar bûne.

Da zanîn jî, wan li wê deverê, dest daniye ser hejmarek ji çek û teqemeniyan .

 

S. B