Rusya: Dibe ku me Bexdadî li Reqa kuştibe

Ligor nûçeyek li Sputnik a rûsî, ku ji Wezareta berevanî ya Rûsyayê wergirtî, Hêzên rûsî di êvar a 28ê Gulanê de êrîşek esmanî birine ser navendek fermanderî ya ku rêvebirên DAIŞ di nav civînê de bûn e. Bexdadî dibe ku yek ji wan kesan be, ku hatibe kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor heman nûçeyê, bi dema Suriye saet 00:35an de êrîşa esmanî ya Rûsyayê destpê kiriye û 10 xûlekan ajotiye, di nav de berpirsên DAIŞ jî 300 çekdarên DAIŞ hatine kuştin. Rûs bawer dikin, ku yek ji kuştiyên vê êrîşê Serok û Xelîf ê DAIŞ Ebûbekr Bexdadî be.