Dadgeha federalî: Bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî ye

Dadgeha federalî , doza Bereya Turkmanî ya li dijî serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî hatibû vekirin yek alî kir û biryar da, ku bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 5/2/2018an, dadgeha federalî ya Iraqê, doza Bereya Turkmanî ya li dijî serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî hatibû vekirin yek alî kir û biryar da, ku bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî ye.

Li ser vê pirsê, serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, ji Kurdistan24ê re got: "Îro li ser wê dozê parêzerê min amadeyî rûniştina  dadgehê bû, di encama rûniştinê de, dadgeha federalî ya Iraqê biryara dawî di berjewendiya min de da".

Roja 28 Adara2017an, encûmena parêzgeha Kerkûkê bi tevahiya dengan biryar da ku ala Kurdistanê li ser hemû dezgeh û saziyên Hikûmî yên bajarê Kerkûkê bê bilindkirin, vê yekê karvedan li cem beşekî Turkman û Erebên Kerkûkê û hejmarek ji berpirsên pile bilind yên Bexdayê çêkir û li dadgeha federalî ya Iraqê, dozek li dijî serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî hat vekirin, ku îro biryara dadgehê ya dawî li ser wê dozê di berjewendiya Rêbwar Talebanî de derket.