NY: 2 hezar penaxwaz di deryayan de xeniqîne

Netewên Yekbûyî ragehand, Îsal du hezar penaxwazên ne yasayî di derya Ege, derya naverast û derya Adriyatîk de xeniqîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî ragehand, Îsal du hezar penaxwazên ne yasayî di derya Ege, derya naverast û derya Adriyatîk de xeniqîne.

Berdevkê Komîsyona Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî (NY) Charlie Yaxley li Cenevê di civîneke çapemeniyê de ragehand, ji destpêka îsal ve nêzîk 105 hezar penaxwazên ne yasayî daxwaza mafê penaberiyê li welatên Ewropayê kirine.

Herwaha ragehand, ji bo xwe gehandina Ewropayê zêdetirî du hezar kesan di derya Ege, derya naverast û derya Adriyatîk de xeniqîne û nîvê wê hejmarê jî di rêya xwe gehandina Îtalyayê de xeniqîne.

Li gor berdevkê Komîsyona Penabarana NYê, îsal piraniya penaberên ne yasayî berê xwe dane Îspanyayê, ku hejmara wan geheştiye 49 hezar penaxwazan û zêdetir ji 22 hezar penaxwazan jî berê xwe dane Îtalyayê.

 

S. B