Esed hate deng: Êrîş dê ewleyiya herêmê têk bide

Serokomarê Suriyeyê Beşar Esed di hevdîtina xwe digel Şêwirmendê Elî Hamaney - Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Eli Ekber Wilayetî de diyarkir ku,“Ger welatên Rojava êrîşî Suriyê bikin, dê ewleyiya herêmê têk biçe...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Suriyeyê Beşar Esed di hevdîtina xwe digel Şêwirmendê Elî Hamaney - Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Eli Ekber Wilayetî de diyarkir ku,“Ger welatên Rojava êrîşî Suriyê bikin, dê ewleyiya herêmê têk biçe. Gava em serdikevin, ev yek ligel wan dilgiraniyan peyda dike û dixwazin serkeftinên me vala derxînin. Lê, destwerdanek hemberî Suriyê dê aştiya navneteweyî bixe bin metirsiyê de û ewleyiya herêmê têk bide”.

Ji aliyê xwe ve Wilayetî destnîşankir ku: “tewanên bikaranîna gazên kimyawî li Xûta Rojhilat derew in û ew herêm ji alî Şamê ve hatiye rizgarkirin”.

Rejîma Îranê piştgiriya xwe ji hikumeta Suriyê û Beşar esed re diyar kiriye û destnîşan kiriye ku, ew dê ligel Suriyê helwêstê werbigirin.

 

 

C.B