HSD: 700 çekdarên DAIŞê ên biyanî li Reqayê mane

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, li Reqayê derdora 700 çekdarên biyanî di nava rêza DAIŞê de ne.

Serkirdeyê HSDê Omer Hewlêrî di hevpeyînekê ligel ajanseke ser bi YPGê ve ragihand, karînên DAIŞê yên êrîşkirinê nemaye û piraniya çekdarên DAIŞê yên li Reqayê mane, biyanî ne, ku hejmara wan derdora 700 çekdarî ne.

Wî serkirdeyê HSDê amaje bi wê kiriye, ji destpêka operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê û heta niha wan 4 tax bi temamî û nîvî Reqaya Kevin kontrol kiriye, ku biqasî ji sedî 35 ji wî bajarî ye.

Hêzên Sûriyeya Demkokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî roja 6 Hezîrana borî dest bi operastona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiribû.