Birîmo: Gefa kuştin, wêrankirin û Erebkirinê li ser Efrînê heye

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo radigihîne, ya girîng niha ew e çawa karibin bi vê rewşê serederiyê bikin û Efrînê ji devê gur derbixin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo radigihîne, ya girîng niha ew e çawa karibin bi vê rewşê serederiyê bikin û Efrînê ji devê gur derbixin e.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo ji K24ê re ragihand, Efrîn îro di devê gur de ye û bûye qurbaniyê planeke herêmî ya erzan, ku nêzîkî yek milyon Kurd di bin gefa kuştin, malwêrankirin, koçberî, Erebkirin û Tirkîkirinê de ye.

Birîmo got: “Heger PYDê zû ji nava bajarê Efrînê vekişiyabe û siyaseta xwe bi Erebên navçê re guhartiba, dibe ku ev çekdar û kesên îslamî bi vî awayî êrîşî li ser Efrînê neba. Lê ya girîng di qonaxê de xwe de ew e, ne em loma û gazinan ji hev bikin, ya girîng ew e em çawa karibin bi vê rewşê serederiyê bikin û Efrînê ji devê gur derbixin e.”

Herwiha Birîmo got: “Divê niha em ji Îtîlafê û ji Tirkiyê re bibêjin, ku li Efrînê wek dewlet riftarê bike, ne ku wek çete. Tirkiye dewlet e û xwedî artêş, dezgeh û parlemanto ye û dibêje ku ew welatekî demokrasî ye, lê riftarên li Efrînê dibin wê yekê nîşan nade.”

Birîmo got jî, niha Tirkiyê Efrîn dagîr kiriye, divê jî Tirkiye li gor yasayên navdewletî riftarê bike û herî kêm ev rewşa leşkerî rawest e û dest bi diyalogê bibe. Pirsa Kurdî li Efrîn, Qendîl, Hewlêrê û li her deverekê bi diyalgê çareser dibe.

Birîmo bang li welatiyên Efrînê kir, ku ji Efrînê dernekevin û yên derketine jî nêzîkî gund û bajarokên xwe bin û ji Efrînê bidûr nekevin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê tekez kir, ew wek PDK-S û ENKSê ti pêwendiyên wan bi Tirkiyê re nîn in. Ew beşek in ji opozîsyona Sûriyê û Îtîlafa Sûrî ne û ji destpêkê ve ji Îtîlaf re helwesta xwe diyar kir, ku bijardeya leşkerî ne çareseriyek e.

Li ser konferansa derbarê rewşa Efrînê de duh li bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê hatiye girêdan, Birîmo da zanîn, ew wek PDK-S û ENKS di wan civînan de ne beşdar in û dê di demeke nêzîk de helwesta xwe diyar bikin û hin amadekatiyên wan ji bo Efrînê hene.

 

 

S. B