Şandeke PDKê serdana Bexdayê dike

Biryar e sibe şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serdana Bexdayê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serdana Bexdayê bike.

Biryar e ew şande ligel Serokê Lîsta Saîrûn Muqteda Sedir û Heyder Ebadî, Nûrî Malîkî, Osama Nuceyfî û Emar Hekîm bicive.

Şanda PDKê ji Xesro Goran, Omîd Sebah, Şiwan Mihemed û Pengîn Rêkanî pêk tê.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî duh civiyabû û da zanîn, bi alî û partiyên Iraqî re jî dest bi guftûgoyê dikin ji bo çareserkirina hemû girft û pirsgirêkan û ji bo wê mebestê jî civînê biryar da şandeke bilind bişîne Bexdayê ji bo li ser babeta pêkanîna hikûmeta dahatî guftûgoyan bike.

 

S. B