Tirkiyê Serokê CIA bo şerê Reqayê gihîşt Enqerê

Serokê CIA bo şerê Reqayê gihîşt Enqerê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Ajansa Saloxgeriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo gihîşt Enqere. Hat ragehandin mijara sereke ya serdanê Operasyona Reqayê ye.

Di nav mijarên serdana Pompeo de, piştevaniya ku Amerîka dide HSD û radestkirina Fethulah Gulen jî heye, ku Tirkiye van her du tiştan qebûl nake. Lê ya sereke operasyona Reqa ye.

Tirkiye, bo kêmkirina rola YPG, hewl dide beşdarî operasyona Reqa bibe û Trump jî vê yekê erênî dibîne û ji ber vê Pompeo yekem serdana xwe bo Tirkiye dike.

Serdan di rojevê de nebû. Piştî pêwendiya telefonê ya Erdogan û Trump û daxwaza Tirkiye ya bo beşdarkirina operasyona Reqa, dîroka serdanê anî pêş.

Berdevkê Serokomarê Tirkiye Îbrahîm Kalin jî dabû xuyakirin, planeke karîger ya Tirkiyê bo Operasyona Reqa heye.