Malîkî daxwaza mana Heşda Şeibî dike

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî îro ragihand, ji bo qonaxa dahatû pêwîst e hêzên Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî îro ragihand, ji bo qonaxa dahatû pêwîst e hêzên Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne.

Di gotarekê de bi boneya pîrozbahiya salvegera koça dawî ya emîndarê koçkirî yê Partiya Haşim Mosewî pêşkêş kir û got: “Mana hêzên Heşda Şeibî ji bo qonaxa bê de pêwîst e, ji ber ku piştî serkeftina biser terorê de, parastina navçeyan ji kontrolkirina wan zehmetir e.

Malîkî dibêje: “Li ser asta navxweyî û derveyî bizav ji bo armanckirina Heşda Şeibî heye, ji ber wê pêwst e em wê hêza ku çespandiye ku di hemû waran de serkeftî bûye, biparêzin.”

Axaftina Malîkî di demekê de ye, Amerîka di riya Wezîrê Derve re daxwaz ji mîlîşyayên ser bi Îranê  “Heşda Şeibî” ve kir, piştî nemana şerê li dijî DAIŞê, ji Iraqê derkevin û vegerin welatên xwe.

Di heman demê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, nabe Heşda Şeibî beşdarî hilbjartinên bê yên parlemantoya Iraqê bibe.