PYD: Divê Suriye destê alîkariyê bigihîne Efrînê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Şahoz Hesen ragihand, divê hikûmeta Sûriyê alîkariyên mirovî ji bo xelkê Efrînê bişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Şahoz Hesen ragihand, divê hikûmeta Sûriyê alîkariyên mirovî ji bo xelkê 'Efrînê bişîne.

Şahoz Hesen di hevpeyvînekê de bi ajanseke nêzî PKKê re got, tevayiya alîkariyên mirovî yên ji bo xelkê Efrînê hatîne pêşkêşkirin, ji bal xelkê Minbic, Kobanê û navçeya Cizîrê vehatîne şandin. Diyarkir ku, ji bo şandina alîkariyên zêdetir ji bo xelkê Efrînê, wan pêwendî bi rêxistinên mirovî re kirîye û hikumeta Sûriyê jî, liser şandina alîkariyan bi berpirs dibîne.

Li dor peywendiyên wan bi başûrê Kurdistanê re Şahoz Hesen dibêje, peywendiyên me di asteke baş de ne û pêwîst e  piştî bûyerên Kerkukê, ew peywendî baştir bibin.

 

C.B