Barzanî: Eger Pêşmerge neba Mûsil nedihat azadkirin

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de digel kenala CNN ragihand, bi çekên Amerîka û Hevpeymanan êrîşî Kurdistanê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de digel kenala CNN ragihand, bi çekên Amerîka û Hevpeymanan êrîşî Kurdistanê hate kirin, û ew ji rûdanên piştî referandûmê dilgiran e.

Barzanî ragihand, gotin û bangên civaka navdewletî di derbarê azadî û demokrasiyê de bê bingeh in. Derket holê ku, herêma Kurdistanê bi tenê ye. Pêwîst e, miletên di bin zulmê de, pişta xwe bi xwe girê bidin. Ragihand jî, eger Pêşmerge neba Mûsil nedihat azadkirin. Di derbarê daxwazên encamnedan a referandûmê jî Barzanî diyarkir, wan di dît, encamnedan a referandûmê, ziyanên wê zêdetir dibin.