Bozdag : Rewşa Awarte bo hilbijartinan ne asteng e

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje, rewşa awarte bo hilbijartinan asteng nabe û aliyên dijbere dê bikaribin her cure xebatên xwe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje, rewşa awarte bo hilbijartinan asteng nabe û aliyên dijbere dê bikaribin her cure xebatên xwe bikin. Da zaîn ew vê gazindên dijbereyan wek hinceta binketinê dibîne. Bozdag beşdarî bernameya taybet ya Ajansa Anadoluyê bû.

Bekir Bozdag - peyvdarê hikûmeta tirkiyê anî ziman:

"…Me referanduma Nîsana 2017'ê jî di dema rewşa awarte encam da û tu pirsgirêk derneket. Rewşa awarte tu bandoreke neyînî li hilbijartinan nake. Rewşa awarte hember KCK, PKK, FETO hatiye ragehandin.

Herkes dikare hemû mafên xwe bêastengiyê bikar bîne. Hemû alî dikarin her cure civîn û mîtîngên xwe bikin. Ez vê nêzîkatiya dijbereyê wek behaneya binketina wan dibînim. Dizanin wê binkevin lê hincetê digerin. Aşkera diyar e hilbijartin di gera yekem de bi serkeftina Serokomarê me wê bi encam bibe. Yasayên hemahengiya sîstema serokomariyê jî, piştî hilbijartinê bi biryarnameyên serokomarî bên derxistin ku ev erk hatiye dayîn."

 

 

C.B