Kerkûk bûye xezîneyeke din di destê Îranê de

"Rewşa Kerkûkê demkî ye û Bexda nikare heya dawî bi tenê serê xwe wê parêzgehê birêve bibe û pêwîst e li gorî destûrê hevrêziyê bi Hewlêrê re bike."

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştguhkirin û lawazkirina berjewendiyên Tirkiyê li Iraqê û berfirehbûna hejmûna Îran li wî welatî, hikûmeta Enqera dilgiran kiriye.

Beşek ji çavdêrên siyasî didin xuyakirin, ku pêngavên vê dawiyê yên hikûmeta Iraqê, hiştine ku Tirkiyê li siyaseta û zêde deriyên xwe li ber Bexdayê veneke.

Herweha hin çavdêrên din behsa wê yekê dikin, ku Enqera niha ti karvedanê nake ji ber dizane, ku rewşa Kerkûkê demkî ye û Bexda nikare heya dawî bi tenê serê xwe wê parêzgehê birêve bibe û pêwîst e li gorî destûrê hevrêziyê bi Hewlêrê re bike, daku bihev re parêzgehê birêve bibin, piştî ev yek bi cî bibe wê Enqera kar li ser dubare bihêzkirina pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bike.