Rêjîma Sûriyê Xortekî Kurd di eşkenceya de kuşt

Xortekî Kurd yê ji bajarê Efrînê di bin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xortekî Kurd yê ji bajarê Efrînê di bin eşkenceyê de di zîndana rêjîma Sûriyê de hate kuştin.

Tûra medyaya civakî ya çalakvanên Efrînê belav kirin, Xortê bi navê Reşîd Bîlal Mihmed ku ji gundê Çençeliya yê Efrînê ve ye, di zîndana rêjîma Sûriyê de, di bin eşkenceyê de hate kuştin.

Reşîd berî du mehan dema ber bi Libnanê ve diçû, li ser xaleke pişknînê ya rêjîma Sûriyê hatibû girtin.

Termê Reşîd Bîlal Mihmed roja 9ê vê mehê li gundê Çençeliya hate veşartin.