YPG gundekî Efrînê careke din vedigerîne

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, şervanên wan hemû çekdarên opozîsyonê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbila Efrînê derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, şervanên wan hemû çekdarên opozîsyonê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbila Efrînê derxistin.

Şêwirmendê ragihandinê yê YPGê Rêzan Hido ragihand, YPGê bi operasyonekê karîn gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê bi temamî ji destê çekdarên opozîsyonê derxin û ziyaneke mezin jî gehandin wan çekdaran.

Diyar kir jî, di encama wî şerî de bi dehan çekdarên opozîsyonê hatin kuştin û hejmarek ji termên wan di destê şervanên YPGê de ne.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, şervanên YPGê li tevahiya eniyên şer bergîriyeke tund dikin û her gundek bikeve destê mîlîşyayên opozîsyonê, di demeke kurd de vedigerînin.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Feyleqa (3) ya opozîsyonê Muqedem Mihemed Hemadîn ji ajansa “Smart” a opozîsyonê re ragihandibû, piştî êrîşeke YPGê li ser wan, ew ji çiyayê Barsiya ya navçeya Bilbilê vekişiyan

Di roja çarem a operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê de, îro şer û pevçûn bi tundî li çiyayên Qestel Cindo di navbera grûpên opozîsyonê û şervenên YPGê de derketine.