Peyama Sersaxiyê ya Serok Barzanî bo malbata Elçî

Serok Barzanî, bi egera koçadawî ya Celadet Elçî, peyamek sersaxiyê ragihand malbat, xizm û kesên wî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî, bi egera koçadawî ya Celadet Elçî, peyamek sersaxiyê ragihand malbat, xizm û kesên wî. Di peyama xwe de Serok Barzanî radighîne:

Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban,

Rêzdar Fuad Seîd Elçî û rêzdar xizm û kesên şehîd Seîd Elçî;

Bi xemek mezin agahiya koça dawî ya brayê te yê rêzdar Celadet Seîd Elçî gihişt min.

Bi vê boneya xemgîn, sersaxiyê li we û malbata we û kesûkarên we dikim.  Şirîkê xema we me.

Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku, xwedêjêrazî Celadet Seîd Elçî bi bihûşta berîn şad bike.  Sebr û aramiyê bide we hemiyan.

Înna Lîl-Lah we înna îleyhîr-racîûn

Mesûd Barzanî

Hewlêr, 11/11 2017