HDP: Biryara Amerîkî ji encama rêkeftina bi Tirkiye re hatiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, biryara xelata li ser rêveberên PKKê ji encama rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê hatiye girtin.
Parlementera HDPê ya Sêrtê û Cigîra Hevseroka HDPê Meral Daniş Beştaş ragihand, rêberê PKKê Abdullah Ocalan çawa di sala 1999an de di encama rêkeftineke navnetewî de hatibe radestkirin, biryara Amerîkayê ya di derbarê 3 rêvebrên PKKê de jî di encama rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê de hatiye dayîn.
Wezreta Derve ya Amerîkayê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) birayarek da û ji bo wergirtina zanyariyên di derbarê cih û nasnameya 3 rêveberên PKKê de Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan 12 milyon Dolar xelat diyar kir.
Ji aliyê xwe ve jî, Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê biryara Amerîka ya derbarê her sê sazkarên PKKê de bê bingeh û berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo binav kir.
S. B