Kiliçdaroglu: Esed çi bixwaze, Tirkiye wê dike

Serokê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, Serokê Sûriyê Beşar Esed çi bixwaze, Hikûmeta Tirkiyeyê wê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, Serokê Sûriyê Beşar Esed çi bixwaze, Hikûmeta Tirkiyeyê wê dike.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û got, li ser meseleya Sûriyê hikûmeta Tirkiyeyê hatiye wê astê ku Rûsya çi bixwaze wê dike. Ev jî tê wê wateyê ku Hikûmeta Sûriyê çi bixwaze, Tirkiye li gor wê tevdigere.

Kiliçdaroglu got jî: “Pêwsît nedikir Rûsya biketa di navbera Tirkiye û Hikûmeta Sûriyê. Divê Tirkiyê rasterast pêwendî bi Beşar Esad re danîbûya.”

Serokê CHPyê amaje dike, Tirkiye bi siyaseta xwe ya li Sûriyê, bi barekî gelek giran re rûbirû maye û heger encamek neyînî rû bide, berpirsê vê Recep Tayîp Erdogan e.

 

S. B