Buhara Kîm û Trump ber bi payizê ve diçê

Cîgirê Serokê Amerîka: Şaştiyeke kujinde ye heger serokê Korya Bakur, bawer bike ku ew dikare Trump bixapîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, ku: "Serokê Amerîka Donald Trump amade ye xwe ji civîna li gel serokê Korya Bakur vekişîne, ku biryar e meha dahatî li Sengapûra bê lidarxistin, ew jî piştî ku Korya Bakur da xuyakirin ku guman li cem wê hene ew civîn bê encamdan.

Mike Pence ji kenala Fox News ya Amerîkî re got: "Pêwîst e Korya Bakur li bendî wê yekê nemîne, ku Amerîka bazariyê bi wê re bike beramber ew sozên ku wê dane û hîn jî bicî nekiriye".

Pence diyar kir, ku "Şaştiyeke kujinde ye heger Kîm Cong Un, bawer bike ku ew dikare Trump bixapîne".

Berî niha, di amadekariyên lidarxistina civînekê di navbera Trump û Kîm de, herdu serokan ji bo 20 xulekan pêwendiyeke telefonî encam dan û Korya Başûr jî bizavên mezin kir daku ew civîn di nav herdu serokan de here serî.

N.O