Platforma siyasî bawerî bi serkeftina Mesrûr Barzanî heye

Şirovekarên Siyasî bi giringî ve behsa namzetbûna Mesrûr Barzanî ji bo postê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirovekarên Siyasî bi giringî ve behsa namzetbûna Mesrûr Barzanî ji bo postê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, Şirovekar dibînin erk ek giran li stûyê Hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê ye. Lê serkeftina Mesrûr Barzanî, karîn û jêhatiya wî di erkên berê de, ew bawerî li cem aliyên siyasî dirust kir, ku dê Mesrûr Barzanî dê hikûmetek bihêz pêkbîn e.

Serokê Komeleya Dostên Kurd û Japonê jî, pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike û bi pêwîst dizane, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiya xwe li Japonê veke.

Li aliyek din, danûstandinên aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parleman zêde bûn e. Ligor zanyariyên Kurdistan 24 jî, hilbijartina Desteya Serokatiya Perleman, dê beriya serê salê be. Beşek zêde ji aliyên siyasî jî, pêşwaziyê li biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo diyarîkirina namzetê xwe, ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

 

 

C.B